Dijberiya Barzani li himber serokatiya Helbûs li parlemanê
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê tekezî ser dijberiya cidî li himber berbijarbûna Mihemed Helbûsî, Serokê Partiya Teqedum (û serokê berê û wêdebirî yê parlemana Iraqê), ji bo hilbijartina dubare ya serokatiya Parlemana Iraqê tekez kir.
Ebdilsetar Ehmed Duleymî, endamê hevpeymaniya Enbar Ul -Mutehid an Enbara Yekgirtî li parêzgeha Enbarê, îro eşkere kir ku Mesûd Barzani ji Encumena Siyasî ya komên Sunnî re gotiye ku ew li dijî berbijartiya Mihemed Helbûsî, serokê Partiya Teqedumê ji bo serokatiya parlemana Iraqê ye.
Li gorî gotina Duleymî, Barzanî dijberiya partiyên siyasî yên Herêmê li hember namzedkirina Mihemed Helbûsî ji bo serokatiya parlemana nû ya Iraqê ji vê konseyê re ragehandiye û hewl û tevgerên Xemîs Xenncer, serokê berê yê hevpeymaniya Seyyade, ji bo nêzîkkirina nêrînên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê û Partiya Teqedumê işkest xawriye.
Duleymî, her wiha got ku Konseya Siyasî ya komên Sunnî li Iraqê, Çarçoveya Hemahengiya komên Şîe agahdar kiriye ku wan Musena Semerayî, serokê hevpeymaniya Ezm û Helbûsî, ji bo serokatiya parlemanê berbijêr kiriye, ji ber ku ew nekarîne li ser berbijarekî li hev bikin.