Diqewime operasyona hêzên yemenî were tundkirin
May 21, 2025 16:01 Asia/Tehran
Endamekî Polîtbîroya Ensarullaha Yemenê pêgirî kir ku heke destdirêjîya Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê bidome, operasyona hêzên yemenî jî dê were tundkirin.
Mihemed Bexîtî got: Me heta vê gavê karîye Bendera Îlatê bidin daxistin û Balafirgeha Bên Gorîyonê jî ji hêla hewayî va dorpêç bikin. Xurtkirina cîgeh û helwesta Hemasê di muzakireya tev dagirkeran da ji wan armancên lidarxistina operasyona me ya piştgirîya ji Zîvala Xezzeyê ye.
Bexîtî herwiha got: Em ji bo sekinîna himber her bertekeke leşkerî ya Rejîma Sîyonîst tam amade ne.