May 03, 2025 20:38 Asia/Tehran
  • Operasyona serketî ya artêşa Yemenê dijî armanceke li Yafaya dagirkirî

Hêzên çekdar ên Yemenê îro tevî ragehandina lidarxistina operasyona serketî dijî hedefeke li Yafaya dagirkirî, derbarê encamên bêdengî û teslîmbûna li hember tişta ku li Xezzeyê diqewime de umeta islamê hişyar kir.

Yehya Serî, Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê, îro ragihand ku hêzên çekdar ên vî welatî bona piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê,  bi mûşeka hayper- sonîk a Filistîn-2yê êrişî armancek li Filistîna dagirbûyî kirin û sîstemên berevaniyê yên dijmin nekarîn wê radû bikin û li himber wê rawestin.

Hêzên Çekdar ên Yemenê di berdewamiya daxuyaniya xwe derheq encamên bêdengî û teslîmbûnê li hember tiştên ku li Xezzeyê diqewime de hişyarî da umeta islamê, û tekez kir ku tevahiya umetê dê zirara bêdengî û teslîmbûna li hember alûgurên li Xezzeyê bibîne û encamên wê zû yan dereng dê pêsîra welatên di jî bigirn

Serepeyv