Rêberê Ensarullahê: Êrişên Amerîkayê ser Yemenê ji bo piştgiriya Telavîvê ne
May 01, 2025 18:05 Asia/Tehran
Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê tekez kir destdirêjiyên Amerîkayê ser Yemenê di çarçoveya piştgiriyên Waşingtonê ji Telavîvê cih tên.
Seyîd Ebdulmelik Bedredîn Hûsî, rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê, tekez kir: Destdirêjiya Amerîkayê ser Yemenê li gorî piştgiriya vî welatî ji Rejîma Siyonîst e û beşek ji şerê di navbera me û Telavîvê de ye.
Seyîd Bedredîn Hûsî tekez kir ku bi her awayî gelê Yemenê her tim dê piştgiriyê bide armancên Filistînê û dê bersiva cinayetên dijminên xwe bide. Vê heftiyê nêzîkî hezar û 300 filistînî, ku piraniya wan jin û zarok in, şehîd û birîndar bûn.