Nîsan 21, 2025 15:44 Asia/Tehran
  • Generalê Siyonîst: Em li Xezzeyê dewsa Hemasê nikarin hikûmetekê ava bikin

Generalekî pilebilind ê yedek ê artêşa Rejîma Siyonîst derbarê wê yekê ku artêşa vê rejîmê li zîvala Xezzeyê rastî şikestekê ve hatiye li xwe mikur hat û got ku em li Xezzeyê dewsa Hemasê nikarin hikûmetekê ava bikin.

Îshaq  Brîk îro got: Îdiaya vê yekê ku artêşa Îsraîlê li zîvala Xezzeyê  destkeftên mezin bi dest xistine ne rast e ji ber ku me li hember Hemasê şikestineke  giran xwariye.

Generalê yedek ê Rejîma Siyonîst tekez kir: Artêşa Israîlî ti yek ji armancên şerê Xezzeyê bi dest nexistiye, çi tinekirina Hemasê û çi jî  azadkirina girtiyan û şer nebûye sedema wêrankirina bi sedan kîlometran ji tunelên Hemasê li Xezzeyê. Wî got ku artêşa Îsraîlê nikare dewsa Hemasê li Zîvala Xezzeyê hikûmeteke leşkerî ava bike.

Kanala televîzyonî ya Kan a Rejîma Siyopnîst hevgav di raporekê de ragehand ku, artêşa vê rejîmê rastî kêmasiya hêzan ve hatiye.

Serepeyv