El Hûsî: Dijminê siyonîst her cure cinayetekê li Xezzeyê dike
Serokê Tevgera Ensarullaha Yemenê got: Dijminê siyonîst li Xezzeyê her cure cinayetên jînosaydê dike.
Seyd Ebdulmelik Bedredîn, Serokê Tevgera Ensarullaha Yemenê li axiftinekê derbarê dawîn alûgurên şerê dijî Xezzeyê û alûgurên navçeyî û navneteweyî, ragihand ku dijminê siyonîst cinayet û jînosayda xwe didomîne û got: Hewldana Rejîma Siyonîst ji bo dagîrkirina tam a Refehê gefek dijî ewlehiya neteweyî ya Misrê ye.
Wî tekez kir ku dijminê siyonîst û amerîkî bêyî rêketina pevguhertina dîl û girtiyan ji bo derbasbûna ji dosiya girtiyên siyonîst, cinayetên xwe berdewam dike û pabendî xalên ku pêştir li ser wan hatibû lihevkirin nîne. Çawa ku NY derbarê êş û azarên xelkê Xezzeyê û girtina pêşiya derbaskirina xwarinê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve bo nav Xezeyê li xwe mikur hatiye.
Wî bal kişand ser vê yekê ku daxwazên Hemasê ji gelê Filistînê re hertim kêmtirîn daxwazên mirovî bûne, lê xemsariya Amerîka û Rêjîma Siyonîst pêşiya van dxwaziyan girtiye.