Destjikarberdana fermandarê tîpa bakûr a artêşa Rejîma Siyonîst li Xezzê
Adar 27, 2025 17:50 Asia/Tehran
Çavkaniyên siyonîst îstifaya fermandarê tîpa Bakur a artêşa Siyonîst li Xezzê ragihandin.
Medyayên Siyonîst ragihandin ku serheng Hayîm Kohên, fermandarê tîpa bakur a artêşa siyonîst li Xezzê, bi fermî îstifaya xwe ji artêşa vê rejîmê ji serokên xwe re ragihand. Di naveroka îstifaya xwe de, Kohên tekez kir, ku tîpa di bin fermana wî de nekariye erkên ku jê hatine xwestin baş bi cih bîne û niştecihên navçeyên derdora Xezzê biparêze. Wî di nameya xwe ya ji bo Serorkerkanê Artêşa Siyonîst û Serfermandarê Herêma Başûr de, berpirsyariya têkçûna Tîpa Bakur a artêşê ya di operasyona Bahoza El Eqsayê de qebûl kir.