Êrişa Hewayî ya Rejîma Siyonîst ser başûrê Şamê
Adar 11, 2025 17:44 Asia/Tehran
Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst sibeha îro hevhavê êrişên bejahî yên artêşa vê rejîmê, zêde ji 20 êrişên hewayî ser başûr û başûr rojavayê Sûriyê cih anîn.
Artêşa Rejîma Siyonîst herwiha cihên stratêjîk ji wan girên Cebel Şêxê girtine destê xwe û berfirehkirina hebûna xwe ya leşkerî li parêzgeha Quneyterê li başûr rojavaya Sûriyê didomîne. Ji dema têkçûna hikûmeta Esed, Artêşa Rejîma Siyonîst dagîrkirina navçeyên nêîzkî Colanê li parêzgehên Dera û Quneyterê destpê kiriye.