Behanegirtina Netanyahu ji bo binpêkirina agirbesê
Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, Bênyamin Netanyahu, pirr hewl dide ku bi her awayî peymana agirbesa Xezzê têk bibe.
Bi bidawîhatina peymana agirbesê li Xezzê, Bênyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst, bi berdewamî li ser têkdana rêkeftina agirbesa di navbera vê rejîmê û tevgera Hemasê de, ji sibeha îro ve rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî li Zîvala Xezzê girtiye. Di eynî demê de nivîsgeha medyayî ya hikûmeta Filistînê daxwaz ji aliyên navbeynkar kir ku zextê bidine ser dagirkiran ku sozên xwe bi cih bînin. Bênyamîn Nêtanyahû di pînekirin û rewanîşandana vê kiryarê de, dijayetiya Hemasê li hember pêşniyara Stîv Wîtkaf, şandiyê taybet ê serokomarê Amerîkayê li navçê, ji bo dirêjkirina dema qonaxa yekem a agirbesê, sedema vê kiryarê da zanîn.
Gidon Se'ar, wezîrê karên derve yê Rejîma Siyonîst: Em tu carî qonaxa duyemîn a agirbesê bêyî azadkirina girtiyên siyonîst destpê nakin.
Di vê derbarê de çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Rejîma Siyonîst daxwaza azadkirina 5 girtiyên xwe yên zîndî û meytên 10 girtiyan di berdêla azadkiirna dîlên filistînî û zêdekirina alîkariyên mirovî bo Xezzê dike. Li gorî van çavkaniyan, di berdêla vê yekê de jî, Rejîma Siyonîst dê heftiyek din dema agirbesê dirêj bike û ev hefte jî li gorî îdiaya siyonîstan, dê bibe destpêkek ji bo qonaxa duyemîn. Tevî viya Tevgera Hemasê li hember vê şantaja Rejîma Siyonîst rawestiya û ragihandiye ku ew amade ye li ser bingeha rêketinama ku cih hatiye, agirbesê cîbicî bike û pêgîrî kiirye ku Hemas bêyî pêşveçûna qonaxa duyemîn a muzakereyan, dîl û girtiyan bi hev re naguherîne.