Ebû Mucahid: Şehîd Nesrullah qet Filistîn tenê nehîşt
Mihemed El Berîm nasyar bi Ebû Mucahid, berpirsê medyayî yê Komîteyên Berxwedana Filistînê got: Şehîd Seyîd Hesen Nesrullah, qet Berxwedana Filistînê tenê nehîşt û can û xwîna xwe di rêya emekdariya li Filistînê fîda kir.
Mihemed El Berîm herwiha got: Şehîd Seyîd Hesen Nesrullah li axiftin û emel da rastbêj bû û qet desta ji piştgîriya Filistînê nekişand û rêberek bû ku şikest di fikr û mejiyê wî de tinebû û bi hemû vîna xwe li ser helwêsta xwe ma û di rêya emekdariya tam a piştevaniya ji xelk û Berxwedana Filistînê, canê xwe jî kire gorî.
Mihemed El Berîm got: Şehîd Seyîd Hesen Nesrullah hertim hevdengkirê peywendiyên bi biratî yên netewên Libnan û Filistînê bû û rênimûniyên wî roleka girîng li istiqrar û aramiya kempên filistînî li Libnanê hebû. di rastiyê de ev garantorê peywendiyên bi biratî û yekîtiya di navbera netewan û Berxwedana Filistîn û Libnanê bû.