Sibat 17, 2025 14:50 Asia/Tehran
  • Bin Gwêr: Netanyahu siyaseta teslîmbûna li himberî Hamasê hilbijartiye

Îtamar Bin-Gwêr yek ji kesayetiyên tundrew ên Rêjîma Siyonîst, cardinê nêrîna siyasî ya Netanyahu bi tundî rexne kir.

Itamar Bin Gwêr  yek ji kesayetiyên siyasî yên Rejîma Siyonîst ku vê dawiyê ji kabîneya hevpeymaniyê derket, cardinê  nêrîna siyasî ya Netanyahu bi tundî rexne kir. Wî  bi dubarekirina  vê îdiaya  pûç  ku tevgera Hemas ji ber şerê Xezzeyê ber bi hilweşînê ve diçû, got:  Netanyahû li şûna ku Hemasê bi tevahî wêran bike,  rêyeke rizgariyê da wan di çarçoveya alîkariyên mirovî û sotemeniyê da wan ku ew derfetê peyda bikin, ku pêkhateya xwe  ji nû ve ava bikin.

Wezîrê berê yê ewlekariya navxweyî ya Rejîam Siyonîst  wisa jî  got : Tevî ku Trump bi hemû awayî piştevaniya Îsraîlê bo rawestandina alîkariyan û jinavbirina Hemasê dike, lê kabîneya Netanyahu tercîh dike ku rêya teslîmbûnê  berdewam bike.

Serepeyv