Pêgirîya dubare ya Lubnanê li ser vekişîna Rejîma Siyonîst ji başûrê wî welatî
Wezîrê karên derve yê Lubnanê pêgirî ser pêwîstiya pabendbûna Rejîma Siyonîstî bi rêketinama agirbesê digel welatê xwe û herwiha derketina tam û bê şert û merc a hêzên dagîrker ji başûrê Lubnanê kir.
Yûsif Recî di civîna wezîrên derve yên welatên rojavayî û wekîlê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê de, tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna rêjîma dagîrker bi agirbesê û vekişîna tam û bê şert û merc ji başûrê Lubnanê heta 18ê Sibatê û herwiha cîbicîkirina tam ya biryara 1701 ya Encûmena Ewlekariyê kir.
Wî pêwîst dît ku welatiyên Libnanî vegerin gundên sînorî û wêraniyên ku ji ber şêrr çêbûne ji nû ve ava bikin.Derbarê rewşa Sûriyê de jî Recî got ku divê dosyaya penaberên Sûriyê li Lubnanê were çareserkirin ji ber ku ew metirsî ye li ser ewlekarî û aramiya aborî û civakî ya Lubnanê.