Hamas xitabî Trump: Em qebûl nakin ku dagirkerekî daynên cihê dagirkerekî din
Hevgavê dijberiya cîhanî li hember plana Donald Trump derbarê Zîvala Xezzeyê berdevkê tevgera Hemasê li dijî helwêsta Serokkomarê Amerîkayê derheq radestkirina Zîvala Xezzeyê ji bo Waşîngtonê piştî bidawîhatina şer derket.
Hazim Qasim tekez kir: Gotinên Trump bi temamî nayên qebûlkirin û Xezzee ya xelkê wê ye û ew dê terka wir nedin.
Berdevkê Hemasê her wiha got: Gotinên Trump derbarê serdestbûna Waşîngtonê ser zîvala Xezzeyê îradeya ragihandî ji bo dagîrkirina wê ye.Pêwîstiya me bi tu welatekî jibo rêveberiya Xezzeyê tine û em qebûl nakin ku dagirkerekî daynên cihê dagirkerekî din.Wî got ku hikûmeta Trump ji bo berdewamkirina destdirêjiya ser Zîvala Xezzeyê ber bi siyasetên dagirkerane yên Îsraîlê ve diçe.
Ji aliyê din ve wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst di bin bandora plana serokomarê Amerîkayê ya valakirin û dagîrkirina Xezzeyê ferman da planekê jibo koçberkirin û derxistina filistîniyan ji zîvala Xezzeyê amade bikin.
Eymen El-Sefdî Wezîrê Derve yê Urdinê got: Her hewildanek ji bo bi zorê koçberkirina filistîniyan bo Urdunê tê wateya ragihandina şer li dijî Urdunê û em ê bi hemû hêza xwe li dijî wê bisekinin.
Yekîtiya Ewropayê jî wek berteka li hember plana Trump a der barê Xezzeyê agihand ku ew piştgiriya çareseriya du hikûmetan li erdên dagirbûyî dikin.
Hesabê bikarhêneriya nivîsgeha parastin û belavkirina berhemên ayetulah Xamineyî rêberê giranqedr ê Şoreşa Îranê bi weşandina gotinên wî li bara meseleya Filistînê nivîsî: Hemû Filistîn, bi tevahî ji çem heta deryayê, ya gelê Filistînê ye.