NY: Êrişên rejîma Îsraîlê ser jinên filistînî beşek ji stratejiya qirkirina sîstematîk e
Raporterê NY li karûbarên tundûtûjiya li dijî jinan got ji ber berûlayên berfireh ên cinayetên siyonîstan li dijî jinên filistînî, ev rejîm li zîvala Xezzeyê jnosayda li dijî jinan kiriye.
Rîm El-Salim got: Cinayetên Rejîam Îsraîlê li zîvala Xezzeyê di dîroka hevçerx de bêmînak in û êrişên vê rejîmê ser jinên filistînî beşek ji stratejiyeke qirkirinê ya sîstematîk e û kuştina jinan tenê ji ber ku ew filistînî ne wek cinayeta şer û cinayeta li dijî mirovahiyê tê nirxandin.
Raportorê NY tekez kir ku dema em li kiryarên hêzên Îsraîlî yên li dijî jinên filistînî dinêrin em pêdihesin ku armanca wan ew bû ku pê kuştina jin û zarokan koka filistiniyan bibirrin.
Rîmm El-Salim her wiha got ku bi lêkolîna li ser aliyên curbicur ên cinayetên Îsraîlê yên li zîvala Xezzeyê em pêdihesin ku ku têkbirina beşa tenduristiyê, bi tenê hiştina dergûşan û pêkanîan şert û mercên xirab ji bo jinên ducanî û jinên destdergûş hemû hinek amûr in jibo bernameya jînosaydê ya sraîlê ku armanca wê ew e ku bi temamî an jî qismî berdewamiya zarokdarbûnê li Filistînê ji nav bibin.