Artêşa dagirkir a siyonîst jî agirbesa Xezzeyê qebûl kir
Çile 18, 2025 15:59 Asia/Tehran
Artêşa dagirker a Siyonîst piştî şehîdkirina bi dehan hezar filistîniyên bêguneh li zîvala Xezzeyê û bidestnexistina armancên Telavîvê, derbarê amadebûna xwe ji bo cihanîna peymana agirbesê li vê zîvalê agahî da.
Artêşa Îsraîlê ragihand: Ew amade ye ku şertên peymana agirbesê û hevguhertina girtiyan bi tevgera Hemasê re li Zîvala Xezzeyê cih bîne.Artêşa dagirkir a siyonîst tekez kir: Ev rêketin sibê yekşemê li gorî dema herêmî siet 08:30an dê bikeve meriyetê. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê ku yek ji navbeynkarên agirbesa Xezzeyê ye, ragihand ku agirbesa li Zîvala Xezzeyê yê ji siet 08:30 sibê (li gorî dema herêmî) dest pê bike.