Çile 14, 2025 19:26 Asia/Tehran
  • Cinayetên Siyonîstan tevî hewldanên ji bo agirbesê

Rejîma Siyonîst di halekî da cinayetên xwe li Xezzê didomîne ku çavkaniyên nûçeyan basa hevhatina muhtemel a di navbera Tevgera hemasê û Rejîma Siyonîst li ser agirbesê de dikin.

Macid El ensarî, berdevkê wezareta karên derve ya Qeterê di civîneka nûçeyan de gotiye ku reşnivîsa dawîn a agirbesê bo her du aliyan hatiye raberkirin û em hêvîdar in encamên wê erênî bin. Berdevkê wezareta karên derve ya Qeterê herwiha got ku berbendên sereke yên hevhatinê hatine wêdedayîn û çavlirê ye ku demlidest were ragihandin. Tevgera Hemasê jî bi piştrastkirina amadebûna reşnivîsa hevhatinê gotiye ku wê bona wê bi komên din ên filistînî re gotûbêj bike.

Ji hêla din ve Tevgera Hemasê di vê qonaxa hevhatina agirbesê de daxwaza radestkirina meytê şehîd Yehya Sênwar, serokê vê tevgerê ku 17`ê Cotmehê li Refeh a Xezzê bi destê dagirkirên Siyonîst hatibû şehîdkirin, kiriye lê rayedarên Siyonîst ev daxwaza qebûl nekirine. Tê gotin dema qonaxa yekem a vê hevhatinê wê 42 roj be û di vê midehê de wê qonaxên bi hevreguherîna dîl û girtiyan di bin çavdêriya saziyên navnetewî cih werin.

Serepeyv