Êrişa dubare ya Yemenê ser gemiya balafirhilgir a amerîkî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352904-Êrişa_dubare_ya_yemenê_ser_gemiya_balafirhilgir_a_amerîkî
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ji bo cara pêncan di navbera hêzên çekdar ên vî welatî û gemiya balafirhilgir a USS Herî Tirûmenê de li Deryaya Sor pevçûn derket.
(last modified 2025-01-12T11:34:15+00:00 )
Çile 12, 2025 12:11 Asia/Tehran
  • Êrişa dubare ya Yemenê ser gemiya balafirhilgir a amerîkî

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ji bo cara pêncan di navbera hêzên çekdar ên vî welatî û gemiya balafirhilgir a USS Herî Tirûmenê de li Deryaya Sor pevçûn derket.

Sertîp Yehya Serî got: Di pevçûna herî dawîn da, gemiya balafirhilgir a amerîkî li bakûrê Deryaya Sor kete ber êrişa bi mûşekên Kirûz û xwefiran.

Yehya Serî herwiha pêgirî ser dewama operasiyona hêzên çekdar ên Yemenê heta sekinîna cinayetên Rejîma Siyonîst û piştgirên wê li Zîvala Xezzê û ji holêrabûna dorpêça vê navçeyê kir.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê herwiha ragihand di çarçoveya piştgîriya ji xelkê mezlûm ê Yemenê û şervanên wî û wek berteka li hember kuştina xelkê zilimdîtî yê Filistînê li Zîvala Xezzê, çend operasiyonên leşkerî cih hatin ku ya herî girîng êrişa bi çend mûşek û xwefiran ser gemiya balafirhilgir a amerîkî ya USS Herî Tirûmenê û çend gemiyên ser bi wî welatî li navçeya bakûrê Deryaya Sor bû.