Çile 11, 2025 19:12 Asia/Tehran
  • Hemas: Nika dor ya Israyîlê ye

Li dû ragihadina peyama erênî ya Hemasê li ser agirbesê bo Têlavîvê, berdevkê vê tevgerê pêgîrî kir ku nika dora Rejîma Siyonîst e ku bersivê bide.

Cîhad Taha, berdevkê Tevgera Hemasê got, li gorî tişta ku navbeynkaran li ser hevhatina agirbesê û lihevreguhertina dîl û girtiyan bi dest xistine, nika maye ser rejîma dagirkir û her kes li bendê ye ku ew bersivê bidin. Wî pêgîrî kir: Hemas hertim di mijarên ku siyaseta jînûsayda dijî xelkê me dide sekinandin û dibe sedema hevhatinekê ku dawiyê li hemû berûlayên destdirêjiyan dide, di asteke bilind a berpuirsyarîyê da serederîyê dike. 

Cîhad Taha berdewam kir: Em li dû hevhatinekê ne ku armancên xelkê me ji bo azadiyê û bidestxistina mafên wan ên rewa pêk bîne.

Usame Hemdan, yek ji serokên payebilind ên Hemasê jî pê piştrastkirina vê yekê ku Berxwedanê pilanên dagirkiran ji bo jinavbirina mesela Filistînê, pûç kirine, pêgîrî kir: Tenê rêya çareseriyê, bidawîanîna tam a dagirkiriyê ye.

Serepeyv