Banka Navendî ya Rejîma Siyonîst: Zêde ji 67 mîlyard Dolar bûye xercê şerrê Xezzê
Banka Navendî ya Rejîma Siyonîst ragihand, Şerrê dijî Zîvala Xezzê ji Cotmeha 2023`an ve heta nika zêde ji 67 Mîlyard Dolar xercê xwe ji bo vê rejîmê hebûye.
Banka Navendî ya Rejîma Siyonîst di daxûyanîyekê da ragihand ku şerrê dijî Zîvala Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika nêzî 250 mîlyar Şikêl beranberî 67.57 Mîlyar Dolarî wek xerc daye ser milê vê rejîmê.
Anegorî ragihandina rapora Banka Navendî ya Rejîma Siyonîst, ev pere, xercên rasterast ên ewlehiyê, xercên neleşkerî û xisarên li derhatên vê rejîmê digire ber xwe.
Banka Navendî ya Rejîma Siyonîst herwiha di vê raporê de amajeyî xercên giran ên zêde yên têkildarî şikesta di bûyera 7`ê Cotmeha 2023`an yan Bahoza Eqsayê de kir û pêgirî ser pêwîstiya zêdekirina bûdceya berevaniyê di 10 salên bê da kir.
Rejîma Siyonîst ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve şerrekî wêranker dijî Zîvala Xezzê destpê kiriye û di meha 15`an da hîna jî jînûsaydê didomîne.