Efserekî siyonîst li Zîvala Xezzê hat kuştinê
Radiyoya artêşa Rejîma Siyonîst ji zarê çavkaniyeka leşkerî ragihand ku di dewama pevçûnên li Zîvala Xezzê da efserekî îsraîlî bi pileya sergordî hatiye kuştin.
Ev sergordê siyonîst ku navê wî Amît Lîvî ye li mêhwera Nêtsarîmê li navenda Zîvala Xezzê kete ber gulla aliyê nîşanbazekî filistînî . Medyayên Rejîam Siyonîst herwiha ragihandin ku du leşkerên vê rejîmê li Cibaliyayê li bakûrê Xezzê hatine kuştin.
Baskê leşkerî ya Hemasê jî ragihand ku di encama operasiyona aloz da, hejmarek ji leşkerên siyonîst bi kêrê kuştine û çekên wan jî xenîmet girtine.
Tabûrên Izedîn Qesam, baskê leşkerî ya Hemasê, di daxuyaniyekî da ragihand ku di encama operasiyoneka aloz a ewlehiyê da, şervanên van tabûran sê leşkerên siyonîst ku berpirsyariya wan dergevaniya avahiyekî bû ku siyonîst têde diman, bi kêrê kuştine.