Şermezarkirina kiryarên siyonîstan li Colana dagirkirî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352645-Şermezarkirina_kiryarên_siyonîstan_li_colana_dagirkirî
Yekitiya Ereban bi daxuyaniyekê kiryarên berdewam û dijminane yên Îsraîlê li Colana dagirkirî şermezar kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 25, 2024 14:20 Asia/Tehran
  • Şermezarkirina kiryarên siyonîstan li Colana dagirkirî

Yekitiya Ereban bi daxuyaniyekê kiryarên berdewam û dijminane yên Îsraîlê li Colana dagirkirî şermezar kir.

Yekitiya Ereban li daxuyaniya xwe de ragihand em ji civaka navneteweyî dixwazin ku ji bo rawestandina demildest a kiryarên dijminane û bona pabendiya li biryarnameyên navneteweyî zext û zorê bide ser Rejîma Siyonîst.

Duh nivîsgeha Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, bi daxuyaniyekê ragihand:Desteya wezîran bi yekdengî plana Netanyahu ya ji bo zêdekirina nifûsê li Bilindahiyên Colanê û bajarê Ketsrînê bi xerca  bayê 11 milyon dolarî pejirand.Serokwezîrê Rejîma Siyonîst jî di vê derbarê de gotiye ku em ê baldariya xwe ser Colanê û parastina wê ji bo berfirehkirina çêkirina bjaraokan berdewam bikin.