Umeta Îslamê bona sekinîna li hember êrîşên sîyonîst û amerîkiyan bûn yek
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i352632-umeta_Îslamê_bona_sekinîna_li_hember_êrîşên_sîyonîst_û_amerîkiyan_bûn_yek
Alimên Yemenê li Hudeydê civîneke berfireh bi sernavê Berpirsiyariya alimên umetê di warê Cîhada ravekirin û teşwîqkirina li têkoşîna dijî serokên kafir û munafiqên hevalbendên wan de, li dar xistin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 24, 2024 15:14 Asia/Tehran
  • Umeta Îslamê bona sekinîna li hember êrîşên sîyonîst û amerîkiyan bûn yek

Alimên Yemenê li Hudeydê civîneke berfireh bi sernavê Berpirsiyariya alimên umetê di warê Cîhada ravekirin û teşwîqkirina li têkoşîna dijî serokên kafir û munafiqên hevalbendên wan de, li dar xistin.

Alimên yemenî di daxûyaniya xwe ya dawiyê de, tekezî li ser pêwîstiya piştevaniya ji şiyanên mûşekî û xwefiran, pîşesaziyên cengê û hêzên çekdar ên Yemenê kirin, şîret li xelkê ku hatine xapandin kirin ku  hesabên xwe ji nû ve ber çavan re derbas bikin û piştevaniya Xezzê bikin û li ber Amerîkayê bisekinin û nekevin bin desthilatdariya wê. 

Herwiha wan kiryarên hêzên çekdar ên Yemenê bona piştevanîkirina ji gelê mezlûm ê Xezzê û rawestana li ber êrîşên siyonîst û amerîkiyan ser Yemenê pîroz kirin û li ser xwenîşandana her hefteyê ya bi milyonan yemeniyan pêgîrî kirin. Di dawiya daxuyaniya xwe de jî, alimên yemenî ji hemû azadîxwezên Sûriyê daxwaz kirin ku helwest û rêzên xwe ji bo derxistina dagirkerên îsraîlî û amerîkî bikin yek.