Kanûn 15, 2024 18:08 Asia/Tehran
  • Şikesta armancên Siyonîstan li Filistînê

Sersekreterê Hizbullaha Libnanê got, armanca cinayetên Rejîma Siyonîst têkdana Berxwedanê bû ku bi ser neket.

Şêx Neîm Qasim, li hevpeyvîna bi kanala El Alemê re amajeyî vê yekê kir ku Libnanê armancên dijmin ji bo jinavbirin û têkdana Berxwedanê, pûç kirin û got, dijmin îsraîlî nekarî derbeyekê li Berxwedanê bide. Şêx Neîm Qasim bi pêgîriya li ser viya ku hêzên Berxwedanê nehîştin ku dijminê siyonîst ji deriyê Libnanê ve bikeve Rojhilata Navîn a nû û got, hevhatina agirbesê ji bo sekinandina destdirêjiyê ye ne ji bo bidawîanîna berxwedanê. Şêx Neîm Qasim herwiha got, Libnan wê bi berxwedanê azad bibe û dijminê siyonîst hertim bi berxwedanê hatiye kontrolkirin ji ber ku eger Berxwedan nebûya ewê di Bêyrûtê da bajarok ava bikirana.

Serepeyv