Kanûn 13, 2024 15:10 Asia/Tehran
  • Yemenîyan bi xwenîşandanê piştgirî dan Filistîn û Sûrîyê

Bi hezaran welatîyên yemenî îro li parêzgeha Se`deyê bi xwenîşandanekê piştgirî dan gelê Filistînê û hevgirtina xwe bi gelên Sûrîye û Libnanê û Hizbullahê ra hibmerî destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ragihandin.

Niştecîyên parêzgeha Se`deyê îro bi rakirina alayên Yemen, Filistîn, Libnan û alayên azadî û berxwedanê û hildana wêneyên şehîdan, destdirîjêyên Rejîma Sîyonîst û Amerîkayê ser gelên herêmê di serî da gelên Fiilstîn, Libnan û Sûrîyê  da, şermezar kirin. 

Niştecîyên parêzgeha Se`deyê îro herwiha pêgirî ser hevgirtina xwe tev gelên Filistîn, Sûrîye û Libnanê kirin. Wan ji umeta ereb û misilman û azadîxwazên cîhanê xwestin ku ji bo sekinandina cinayeta Rejîma Sîyonîst a qirrkirina gelê Xezzeyê bikeve dewrê.

Xwenîşanderên yemenî pêgirî kirin ku Rejîma Sîyonîst a cinayetker hela jî destdirêjîyên xwe bi pişikdarîya Amerîkayê dijî hemî navçeyê berfire dike ta ku plana sîyonîstan a ji bo guhertina Rojhilata Navînê bi cih bîne. 

Serepeyv