Binpêkirina hevhatina agirbesê ji aliyê artêşa terorê
Medyayên libnanî basa binpêkirina hevhatina agirbesê ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst ve kirin.
Ajansa Neteweyî ya Nûçeyan a Libnanê di raporekê de ragihand: Şeva buhurî bajarokên Eita El Şeib û Bênt Cebîl li başûrê Libnanê bûn hedefa êrişên topxaneyî yên Îsraîlê. Vê çavkaniya nûçeyan her wiha ragihand: Dagirkirên siyonîst îro Pêncşemiyê jî bi hawanan êrişî Eyta El Şeib û du bajarokên Maron El Reis û Eyterûnê li başûrê Libnanê kirin.
Kanala televîzyonî ya El Cezîrê jî amajeyî êrişên leşkerên siyonîst ser xelkê bajaroka Merkebayê li başûrê Libnanê kir û ragihand: Li dû êrişa xwefireke artêşa Rejîma Siyonîst ser tirombîlekê di vê bajarokî da, sê kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeyeka din, Hisên Hac Hesen, nûnerê Hizbullahê li Meclisa Libnanê, çarşemiyê şev got: Dijminê siyonîst li çend cihan peymana agirbestê binpê kiriye û kesên ku vedigeriyan malên xwe tirsandin. Artêşa Îsraîlê 23`ê Îlona 2024`an êrişên berfireh ser deverên curbicur ên başûrê Libnanê pêk anî û Hizbullaha Libnanê jî li hember cinayetên siyonîstan, çendîn operasiyon li dijî çeperên vê rejîmê pêk anî û bi sedan mûşek avêtin ser pêgehên artêşa siyonîst. Piştî derbasbûna du mehan ji ser êrişa Rejîma qirkir a Îsraîlê ser Libnanê, sibeha roja Çarşemî 27`ê Mijdara 2024`an, rêkeftina agirbesê di navbera Rejîma Israîl û Libnanê de ket meriyetê. Agirbesa li eniya Libnanê rastî rexneyên berfireh ên civatên siyasî yên navxweyî yên Rejîma Siyonîst ve hat û wan rêkeftineke wiha wek şikest û têkçûna vê rejîmê wesif kirin.