Êrişa giran a Hizbullahê ya bi mûşekan ser Tel Avîvê
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê bi mûşekan bi awayekî tund û giran êrişî Tel Avîvê kir.
Hizbullaha Libnanê îro di dewama operasyonên xwe da li Erdên Dagirbûyî yên Fiilstînê, êrişî Tel Avîvê kir. Hizbullaha Libnaên herwiha ragihand k ubi xwofirrê êrişî binkeyeke deryayî ya istiratejîk li Esdûdê û bi mûşeka pêşketî jî êrişî binkeyeke leşkerî li Tel Avîvê kir.
Rojnama Yediot Aharont a sîyonîstan ragihand ku Hizbullahê ji vê sibê va 150 mûşek ji Libnanê va ber bi gellek herêmên nava Erdên Dagirbûyî va avêtin.
Şayanî gotinê ye ku mertala berevanîya esmanî ya Gumbêza Hesin sedema şanazîyê ji bo serok û rêvebirên Rejîma Sîyonîst bû. Lê bi caran hatîye selimandin ku himber mûşekên Bereya Berxwedanê bi kêr nayê.
Medyayên Rejîma Sîyonîst herwiha ragihandin ku bi dû êrişa bi mûşekan dengê zingila xeterê li Mecdel Şemsê li Golana Dagirbûyî hat bihîstin.
Medyayên Rejîma Sîyonîst herwiha ragihandin ku çend mûşekên ku Hizbullahê avêtin, li Neharîya, Heyfa û Beytah Tekfayê ketin ku di encamê da 10 israyîlî birîndar bûn.
Hegavê berdewambûna êrişên balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst ser deverên curbicur ên Libnanê, leşkerên dagirker ketin başûra Libnanê û gellek mal hilweşandin û êrişî binesazî û avahîyên sivîl kirin.
Di encama êrişên balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst da 20 kes şehîd û zêde ji 66 kes jî birîndar bûn.
Federasyona Futbolê ya Libnanê jî ragihand ku Hisên Harûn fûtbolîstê Tîma Tezamun dema ku çû hawara xelkê, bi destê leşkerên Rejîma Sîyonîst hat şehîdkirin.
Şayanî gotinê ye ku mertala berevanîya esmanî ya Gumbêza Hesin sedema şanazîyê ji bo serok û rêvebirên Rejîma Sîyonîst bû. Lê bi caran hatîye selimandin ku himber mûşekên Bereya Berxwedanê bi kêr nayê.
Di vê çarçovê da Şebekeya Fiilstîn Al Yewmê vîdyoyek weşand ku ray dide mertala berevanîya esamnî ya Rejîma Sîyonîst nasyar bi Gumbêza Hesin hewil dide xwofirreke Hizbullaha Libnanê ku ber bi bajaroka dagirbûyî ya El Celîlê va diçe, bike armanc lê nikare.