Mijdar 23, 2024 19:10 Asia/Tehran
  • Pevçûna giran a Hizbullahê himberî sîyonîstan Çend israyîlî hatin kuştin û birîndarkirin

Hizbullaha Libnanê ragihand ku di navbera têkoşerên wê û leşekrên artêşa Rejîma Sîyonîst da pevçûneke giran derketîye ku di encamê da çend leşkerên sîyonîst hatin kuştin an birîndarkirin.

Hizbullaha Libnanê di daxûyanîyekê da ragihand ku di çaçrova piştgirîya ji gelê Xezzeyê û berevanîya ji Libnanê da, vê sibê bi mûşekan êrişî cîyê kombûna hêzên artêşa Rejîma Sîyonîst li baajrokê sîyonîstnişîn ê Hanîtayê kir.

Hizbullaha Libnanê di daxûyanîyeke din da jî ragihand ku liv û tevgerên komeke leşkerên artêşa Rejîma Sîyonîst şopandîye ku wê komê hewil dan ber bi devra Beyazê va pêş da herin. Îro jî di navbera têkoşerên berxwedêr û hêzên sîyonîst da li milê rojhilat ê navçeya Beyazê da pevçûn derket ku di encamê da çend kes ji sîyonîstan hatin kuştin an birîndarkirin.

Kanala 12 ya televîzyona Rejîma Sîyonîst jî ragihand ku Hizbullahê çend mûşek ber bi navçeya Metleyê va avêtin.

Çavkanîyên sîyonîst herwiha ragihandin ku zingiula xeterê li bajarê Sefêdê hat lêxistin. 

Serepeyv