Serokê Ensarullaha Yemenê: Îran erka xwe ya mezin a îslamî cih tîne
Serokê Tevgera Ensarullah a Yemenê pêgîr kir, Komara Îslamiya ÎRanê erka xwe ya mezin a îslamî li hember umetên îslamê cih tîne û şehîdên giranqedir ên wek şehîd Qasim Silêmanî di vê rêyê da pêşkêş kirine.
Seyîd Ebdilmelik El Hûsî, serokê Ensarullaha Yemenê amajeyî vî yekî kir ku para zêde ya welatên Ereb bi teslîmbûna li hember Amerîkayê bi projeya siyonîstî re bûn yek û got: Mesleheta umeta me eva nîne ku şiyayên xwe ser xêra dijminên xwe bi kar bîne.
El Hûsî amajeyî gotinên vê dawiyê yên serokwezîrê Rejîma Siyonîst li ser pêwîstiya guherîna rûveka navçeya rojavaya Asiyayê kir û got: Netaniyahu ji xwe mukur hat ku dil heye Rojhilata Navîn biguherîne lê divê umeta îslamê ji Amerîkayê û Rejîma Siyonîst netirse.
Serokê Ensarullaha Yemenê herwiha got: Dijminê Siyonîst dil heye li bakûrê Xezzê birçîtiyeka zav pêk bîne û xelkê wir neçar bike ku koçber bibin û bereya alîkariya Yemenê bona piştgîriya ji xelkê Xezzê bi bikaranîna mûşekan û ji deryayê ve operasiyonên zav dijî armancên siyonîstan cih anîne.