Mijdar 14, 2024 18:12 Asia/Tehran

Hizbullaha Libnanê di daxûyanîyekê da ragihand ku îro jî bi mûşekan êrişî bakura Erdên Dagirbûyî yên Filistînê kir û Rejîma Sîyonîst jî derheq vê şîyana Hizbullahê mukur hatîye.

Hizbullaha Libnanê îro di daxûyanîyekê da ragihand, têkoşer û şervanên Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê cîyê kombûna leşkerên rejîma qirrker a sîyonîst li bajarokê Se`ise`ê ku ketîye El Celîla Jorîn û bakura Erdên Dagirbûyî yên Filistînê, dan ber mûşekan. 

Rejîma Sîyonîst a dagirker jî êrişa Hizbullahê ya bi mûşekan piştrast kir û ragihand ku herîkêm 10 mûşek ji Libnanê va ber bi bajarokê El Celîl Ulyayê hatin avêtin. 

Berxwedana ji dil û can a têkoşer û şervanên Hizbullah û Filistînê li Xezzeyê bûye sedema asêbûna sîyonîstan û ew neçar mane ku derheq şîyana Hizbullahê ya bi mûşekan û bêfeydebûna liv û tevgerên leşkerî yên dijî Bereya Berxwedanê mukur bên. 

Gêora Aylend Serokê berê yê Konseya Ewlehîya Navxweyî ya Rejîma Sîyonîst got: Şerê li Xezze û Libnanê bilî kuştina hejmareke zêdetir a leşkerên me, ti destkevtek tineye. Hevgavê vê yekê medyayên Rejîma Sîyonîst jî mukur hatin ku axa Libnanê veguherîye cîyê kuştina hêzên Çiqa Golanî ya artêşê. 

Ji hêla din va, Êlît Firîş rawêjkarê istiratejîk ê Rejîma Sîyonîst di gotûbêja digel Şebekeya 12 ya vê rejîmê da mukur hat, rewşa Hizbullahê bi derbasbûna demê çêtir dibe û hela jî cebilxaneyeke baş di dêstî da heye ku beşeke berfire ya wê cebilxanê jî mûşekên hişmend in. 

Berdewambûna êrişên Hizbullahê yên bi xwofirr û mûşekan ser kûratîya Erdên Dagirbûyî yên Filistînê medyayên sîyonîst neçar kirin ku derheq şîyana leşkerî ya astbilind a vê tevgerê mukur werin. Rojnama Yedîot Aharonot a bi zimanê ibrî weşandê dike, nivîsî: Hizbullahê dikare her roj bera bi milyonan kesên israyîlî bide sitargehan. 

Serepeyv