Êrişên Hizbullaha Lubnanê bi mûşek û xwefiran
Çavkaniyên nûçeyan derbarê çend êrişên mûşekî yên Hizbullaha Lubnanê ser meqerên girîng û hestiyar ên siyonîstan û kuştina eskerekî siyonîst li başûrê Lubnanê agahî dan.
Berxwedana Îslamî ya Lubnanê bi daxuyaniyekê ragehand ku di çarçoveya berevaniya ji gel û welatê Lubnanê û di çarçoveya operasyona Xêyberê bi şifreya Lebêyk ya Nesrullah, vê sibê baregeh û firokexaneya siyonîstan ya Ramat Dêywîd li başûrê rojhilatê Heyfayê bi mûşekan dan ber êrişan.Herwiha Hizbullaha Lubnanê di daxuyaniyeke din de, derbarê êrişa ser baregeha Istîla Marîs ku navendeke deryayî ya stratejîk e li bakurê rojavayê Heyfayê ye, agahî da.Ev êrişa ser vê meqera çavdêriya deryayî ya girîng a Rejîma Siyonîst bi mûşekên pêşketî pêk hatiye.Radyoya artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ku êrişeke mûşekî ya berfereh ji axa Lubnanê ve pêk hat û zengilên xeterê li Kiryat Şimûnê, Celîlê rojava, Heyfa û Ekayê hatin lêxistin.Artêşa Rejîma Siyonîst her wiha derbarê mirina eskerekî din li bereya Lubnanê li xwe mikur hat.
Di eynî demê de artêşa Yemenê derbarê sernixûnkirina xwefira Amerîkayê ya MQ-9 li esmanê vî welatî agahî daye ku di dema geşta esmanî li esmnaê Yemenê li wilayeta El-Cewfê li bakur rojhilata vî welatî hat keşfkirin û ji aliyê sîstema berevaniya hewayî ya artêşa Yemenê ve hat sernixûnkirin.
Eva li halekê ye ku cinayetên Rejîma Siyonîstî li Lubnanê ji bilî Xezzeyê ku heta niha die ncamê de nêzîkî 44 hezar kes şehîd bûne li Lubnanê jî berdwam bûye û tevî binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî û mafên mirovan, rojavayî li hember van cinayetan bêdeng man.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser axa vî welatî heta niha zêde ji 3 hezar û 100 welatî şehîd bûne.