Êrişa Berxwedana Iraqê ser bakurê erdên dagirbûyî
Mijdar 04, 2024 15:22 Asia/Tehran
Berxwedana Îslamî ya Iraqê derbarê êrişa nû ya bi xwefiran ser erdên dagirbûyî agahî da.
Li daxuyaniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê hatiye: Di çarçoveya nêrîna berxwedanê dijî dagirkeran û alîkariya xelkê Filistîn û Lubnanê û li berteka li himber jînosayda rejîma dagirker dijî xelkê ivîl bi taybet zarok, jin û kal û pîran, têkoşerên berxwedana Îslamî ya Iraqê li bakurê erdên dagirbûyî armanceke stratejîk dan ber êrişan. Berxwedana Îslamî di daxuyaniya xwe de amaje bi vê yekê kiriye ku ev êriş bi xwefiran pêk hatiye û tekez kir: Operasyonên têkbirina pêgeh û navendên dijminan dê bi tundî berdewam be.