Cotmeh 26, 2024 16:56 Asia/Tehran

Artêşa terorê mukur hat ku 10 leşkerên wê li Libnanê û 3 leşker jî li Xezzê hatin kuştin û zêde ji 50 leşkerên wê jî di 24 saetên buhurî da birîndar bûne.

Artêşa terorê di daxuyaniyekê da mukur hat li bereyên Libnan û Xezzê di 24 saetên derbasbûyî da 13 efser û leşkerên siyonîst hatine kuştinê.

Di daxuyaniya artêşa terorê da hatiye ku 10 leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst di encama pevçûnên li Libnanê û 3 leşkerên wê jî li bakûrê Xezzê da hatine kuştin herwiha 50 leşkerên din ên vê rejîmê li bereyên Libnan û Xezzê birîndar bûne.

Berî nika Hizbullaha Libnanê basa lidarxistina çend operasiyonên xwe yên ser makîneyên leşkerî yên Rejîma Siyonîst û pêgehên vê rejîmê kiribû û ragihandibû ku derbeyên giran li dagirkiran xistiye.

Serepeyv