Cotmeh 22, 2024 17:44 Asia/Tehran
  • Roja 30`an a êrişên dagirkiran ser Libnanê

Di halekî da ku êrişên hovane û giştalî yên Siyonîstan ser Libnanê derbasî roja xwe ya 30`an bûne, wer xuya dike artêşa terorê dil heye hema wek Xezzê bala êrişên xwe bide ser pişka dermankirin û nexweşxaneyan ta ku bi vî awayî zêdetir zextê bide ser xelkê sivîl.

Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst ji bilî êrişa ser derdora nexweşxaneya El Herîriyê, çend cihên din ên Zahiyeyê jî bombebaran kirin. Wezareta tendirustiya Libnanê ragihandiye 4 kes şehîd bûne û 24 kes jî birîndar bûne. Artêşa terorê bi vê behaneyê ku di bin nexweşxaneya El Sahêl a Bêyrûtê da tûnêl hene pêhişyariya valakirinê da vê nexweşxaneyê û eva di halekî da ye ku Fadî Elame, birêvebirê vê nexweşxaneyê îdiaya Rejîma Siyonîst bi tevahî derewandiye. Di pevçûna di navbera hêzên Hizbullahê û leşkerên Siyonîst ser sînorê Libnanê da jî 7 leşkerên vê rejîmê birîndar bûne.

Berxwedana Îslamî ya Libnanê jî gotiye ku di saetên derbasbûyî da 31 operasiyon dijî hin armancan li bakûrê Filistîna Dagirkirî dijî artêşa terorê cih anîne. Medyayên Siyonîst basa çalakbûna sîstimên pêhişyariyê di pişkên berfireh ên navçeya Heyfa û Ekayê û herwiha êrişa bi mûşekan a Hizbullahê ser navenda kombûna leşkerên Siyonîst li Esbei El Celîlê kirin ku di encamê da 4 kes birîndar bûne.

Herwiha di êrişeka din a berxwedana Libnanê da, Berxwedana Îslamî ya Libnanê ragihand ku şervanên Berxwedanê sibeha îro binkeya Giliyotê ya yekîneya istixbarata leşkerî ya 8200 ya Rejîma Siyonîst li dorhêla Têlavîvê dan ber çend mûşekan. Hizbullaha Libnanê di daxuyaniyekî da basa êrişa ser navenda kombûna leşkerên Siyonîst li Xelê El Esakêr li rojavaya bajaroka Edîseyê bi mûşekê kir.

Herwiha Hizbullaha Libnanê di daxuyaniyeka din da ragihand ku Keriyat Şemûnayê daye ber mûşekan. Berxwedana Libnanê herwiha ragihand ku li Edîseyê agir berdaye tankeka din a Mêrkawa ya Rejîma Siyonîst.

Serepeyv