Cotmeh 20, 2024 16:35 Asia/Tehran

Hizbullaha Libnanê di operasiyona xwe ya îro dijî Rejîma Siyonîst da, basa mûşekbarana bakûrê Filistîna Dagirkirî kir.

Hizbullaha Libnanê ji sibeha îro Yekşemiyê ve di daxuyaniyên curbicur da basa êrişa ser bajarê Heyfa, bajarokên bakûrê Erdên Dagirkirî, kombûna leşkerên siyonîst û binkeyên wan ên leşkerî kiirye. Hizbullaha Libnanê herwiha di daxuyaniyekî da ragihand kombûna leşkerên Rejîma Siyonîst li binkeya Mualiye Gulaniyê daye ber êrişên bi mûşekan.

Hizbullaha Libnanê gotiye di şev û roja buhurî da 25 operasiyonên dijî siyonîstan cih anîne. Hizbullahê pêgîrî kiriye ev operasiyon bona piştevaniya ji xelkê Xezzeyê û berevaniya ji Libnanê cih hatine.

Artêşa terorê jî ji xwe mukur hat ku bi dehan leşkerên wê li bakûr û başûrê Filistîna dagirkirî hatin kuştin û birîndarkirin ku halê 15 kes ji wan xedar e.

Ji alieykî din ve jî êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Libnanê didomin. Ev rejîma îro ji xelkê başûrê Beyrûtê xwestiye vê navçeyê biterikînin. Hin şehedî li başûrê Libnanê nîşan didin artêşa terorê di êrişa ser başûrê Libnanê alavên ku Amerîkayê çêkirine bi kar anîne. Ev alav berî nika di êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser Bêyrûtê jî hatibûn bikaranîn.

Wezareta tendirustiya Libnanê jî basa jordaçûna hejmara şehîdan di vî welatî da kir û ragihand hejmara şehîdên libnanî yên di encama êrişên Rejîma Siyonîst da gihîştiye 2 hezar û 448 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 11 hezar û 471 kesî.

 

Serepeyv