Cotmeh 20, 2024 16:35 Asia/Tehran

Berdevkê hêzên Berevanê Aştiyê yên NY li başûrê Libnanê (UNIFIL) kiryarên Rejîma Siyonîst bona êrişa ser Libnanê binpêkirina aşkera ya qanûnên navnetewî da zanîn.

Andrê Tênênêtê bi pêgîriya li ser viya ku hebûna hêzên UNIFIL’ê li başûrê Libnanê wê bidome herwiha gothêzên UNIFIL anegorî qanûnên navnetewî sivîlan diparêzin û biryarnameyan cih tînin. Berdevkê UNIFIL’ê bi pêgîriya li ser viya ku Têlavîvli ser pêwîstiya derketina Hêzên Parêzvanê Aştiyê ji başûrê Libnanê pêgîrî dike û wan dike hedef herwiha got, Konseya Ewlehiyê ya NY divê pêşiya êrişa leşkerên Rejîma Siyonîst ser Hêzên Parêzvanê Aştiyê bigire. 

Hêzên Parêzvanê Aştiyê yên NY ku bi kurtasî UNIFIL tên binavkirin, li navçeya sînorî ya başûrê Libnanê bi Erdên Dagirkirî re bicih bûne. Heta nika hejmara ji hêzên UNIFIL’ê di encama êrişên Rejîma Siyonîst da birîndar bûne ku rastî şermezarkirin ji hêla hemû cîhanê ve hatiye.

 

Serepeyv