Cotmeh 19, 2024 16:36 Asia/Tehran

Berxwedana Îslamî ya Libnanê basa cihanîna çend operasiyonên din ên hewayî dijî pêgehên artêşa Rejîma Siyonîst li bajarok û pêgehên curbicur ên îsraîlî û rûxandina tankeka wan kir.

Hizbullaha Libnanê di daxuyaniyekî da ragihand: Şervanên Berxwedana Îslamî, bajarê dagirkirî yê Sefedê û bajaroka Rewş Bînayê li başûr rojhilatê Sefedê dan ber mûşekan. Hizbullahê herwiha basa êrişa ser cihê mayîna leşkerên Rejîma Siyonîst li binkeya El Malikiyê bi çend mûşekan kir.

Hizbullahê herwiha bi avêtina mûşekekê ku tê birêvebirin, tankeka Mêrkava ya artêşa Rejîam Siyonîst li bajaroka Zereytê rûxand û kesên têde kuştin û birîndar kirin. Hizbullahê herwiha cihê mayîna leşkerên Siyonîst li bajarokên Zereyt û Avîvîmê da ber mûşekan.

Berxwedana Îslamî ya Libnanê, ji sibeha îro ve zêde ji 14 operasiyon dijî bajarok û pêgehên artêşa Rejîma Siyonîst cih anîne û derbeyên giran li dagirkiran xistine.

Serepeyv