Cotmeh 05, 2024 15:52 Asia/Tehran
  • Ensarullaha Yemenê: Emê bersiveke qahîm bidin Amerîka û Îngilizê

Endamê POlîstboroya Ensarullaha Yemenê tekez kir: Pêgiriya Amerîka û Îngilîzê ser berdewamiya êrişên xwe ser Yemenê dê rastî bersiveke tund were.

 

Elî El Qehûm, endamê polîtboroya Ensarullaha Yemenê îro Şemiyê got:Şerê ku em îro ketine nav, cîhada pîroz e, şiyanên leşkerî yên Yemenê di halê berfirehbûnê ne û Yemen di berevaniya ji serwerî, çavkanî, hêz û gelê  xwe de  pir bi hêz e.Wî zêde kir:Êrişên Amerîka û Inglîzê ser Yemenê hewldanek e  jibo xalifandina Yemenê ji helêwsta  wê ya bibandor û kêrhatî  derheq piştgirîkirina  Ji Xezê û Lubnanê.Ev êriş piştî  işkesta wan di warê piştgiriya ji rejîma  demkî û têkçûyî ya siyonîstî pêk tên.

El-Qehûm got: Helwesta bi şan û şeref ya  Yemenê bûye sedem ku destdirêjkerên amerîkî û inglîzî êrişên xwe ser Sena û parêzgehên din berdewam bikin û bineszaiyên sivîlan bikin armanc ku binpêkirina eşkere ya serweriya Yemenê ye. Pêgiriya Amerîka û Inglîzê ser berdewamiya destdirêjiya ser Yemenê dê  rastî bersiveke tund were û ew divê berpirsyariya van êrişan û belavbûna nakokiyan li navçê bigrin  istûyê xwe.Tişta  ku di pêşerojê de dê biqewime, dê mezintir be.

 

Serepeyv