Cotmeh 02, 2024 16:27 Asia/Tehran
  • Yemenê êrişî kûratîya Filistîna Dagirbûyî kir

Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê ragihand ku artêşa vî welatî êrişî kûratîya Filistîna agirbûyî kir.

Yehya Serî Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yeemnê di daxûyanîyekê da amajeyî operasyona artêşa vî welatî li kûratîya Filistîna Dagirbûyî kir û got: Me bi 3 mûşekên Quds3yê êrişî binkeyên leşkerî yên li kûratîya Filistîna Dagirbûyî kir.

Artêşa Yemenê ji destpêka şerê Xezzeyê va bi mûşek  ûxwofirran êrişî Filistîna Dagirbûyî kir û Rejîma Sîyonîst li Deryayên Sor, Sipî û Ereb ji hêla deryayî va dorpêç kirîye.

Yehya Serî herwiha pêgirî kir: Mûşekên me bi awayekî serkevtî li armancan ketin, ev di halekî da ye ku dijmin encama operasyona me vedişêre.

Wî herwiha got: Em operasyona Îranê ya bi navê Wadeya Sadiq- 2yê ya dijî Rejîma Sîyonîst pîroz dikin. Em ji bi beşdarîya di her operasyona hevpar a ji bo alîakrîya bo Filistîn û Libnanê û bersivdaan himberî destdirêjîyên sîyonîstan ên dijî Bereyên Piştgirî û Berxwedanê beşdar bibin. 

Serepeyv