Îlon 28, 2024 15:54 Asia/Tehran
  • Êrişên Hizbullahê bi roketan ser çend bajarok û meqerên siyonîstan

Hizbullaha Lubnanêderbarê êrişa bi roketan ser çend navçe û meqerên siyonîstan agahî da.

Hizbullaha Lubnanê li daxûyaniyekê ragihand ku  wan bi rokêtan  êrişî  ser cihê kombûna leşkerên siyonîst li baregeha El-Sedehê  kirine.

Hizbullahê her wiha daxûyaniyek din de tekez kir, ku bajaroka Siyonîstnişîn a Sairê, bi mûşekan dane ber êrişan.

Berxwedana Îslamî ya Lubnanê jî her wiha  ragihand ku bajaroka Siyonîstnişûîn a Roş Bîna bi çend mûşekan kirine armanc.

Çavkaniyên nûçeyan çend  sietan berî niha derbarê avêtina  pêla pêncem a mûşekan a Hizbullaha Lubnanê  ber bi Filistîna dagirbûyî ve, agahî dan.

 El-Cezîreyê îro Şemiyê ragihandin ku Hizbullaha Lubnanê pêncemîn pêla mûşekên xwe ber bi meqerên  Rejîma Siyonîst ve li bakurê Filistîna dagirbûyî avêt.

Hizbulaha Lubnanê ji şeva borî  ve nêzîkî 100 mûşek, mûşekek balistîk û mûşekên Fadî 3 ber bi  bajar û bajarokên Rejîma Siyonîst û  baregehên vê rejîmê ve avêtine. 

 

Serepeyv