Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê hat şehîdkirin
Berxwedana Îslamî ya Lubnanê di daxuyaniyekê de şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Hizbullahê piştrast kir.
Hizbullaha Lubnanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Seyîd Hesen Nesrullah di encama êrişa cinayetkarane ya êvara Îniyê ser Zahiya başûrê Beyrûtê de şehîd bû. Hizbullaha Lubnanê di daxuyaniya xwe de bi piştrastkirina şehadeta Seyîd Hesen Nesrallah tekez kir:Rêberiya me soz daye ku cîhada li hember dijmin û Piştgiriya Xezeyê û berevaniya ji Lubnanê û gelê wê berdewam bike.
Firokeyên rejîma siyonîst êvara îniyê taxên xelknişîn ên taxa Harê Herik li Zahiya Beyrûtê bombebaran kirin. Hinek çavkaniyên Rejîma Siyonîst ragihandin ku êrişa ser Zahiya başûrî yên Beyrûtê bi 8 heta 12 balefirên cengê hevgav hatkirin û têde bombeyên çepeşikên ên 2 hezar pondî yên Amerîkayê hatin bikaranîn.