Yemen: Rejîma Siyonîst tekez dê işkestê bixwe
Wezareta karên derve ya Yemenê bi şermzarkirina êrişên cinayetkarane yên Rêjîma Siyonîst Zahiya Beyrûtê, ragihand ku ev rejîm bi piştgiriya Amerîkayê dixweze navçê bikşîne nav şerekî mezin, lê Rejîma Siyonîst tekez dê işkestê bixwe.
Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Guhertin û Avakirinê ya Yemenê bi daxûyaniyekê ragihand: Em destdirêjiyên dijminê siyonîst Zahiya başûrî ya Beyrûtê bi tundî şermezar dikin.Muhammed Ebdulselam, Berdevkê Fermî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê jî ragihand: Em xatircem in ku dijmin dê zêdetir bêhêvî bibe û tekez şikesteke giran li benda rejîma dagirker e.Wî her wiha got: Bombebarana hovane ser Zahiya başûrî yaBeyrûtê asta bêhêvîtî û ser xwe de işkestina dijminên siyonîst li hember qaweta berxwedana Îslamî nîşan dide.
Polîtboroya Ensarullahê jî ragihandÊrişa ser Zahiya başûrî ya Beyrûtê ku têde tijî sivîl in, hovîtiyeke bêmînak tê hesab.Vê tevgerê tekez kir:Dijminê siyonîst bêyî piştgiriya bêsînor a welatên rojavayî û Amerîkayê nedikarî ev hovîtî û cinayeta xwe berdwam bike.