Avêtina 200 mûşekên Hizbullahê di sietekê de ber bi meqerên giring ên dagirkeran
Medya siyonîst li xwe mikur hatin ku Hizbullaha Lubnanê di sietekê de nêzî 200 mûşek ber bi çeperên girîng ên hêêzn vê rejîmê avêtin.
Medya Îsraîlî ragihand, piştî avêtina bi dehan mûşek û xwefirên hêzên berxwedanê jj başûrê Lubnanê ve zengilên xeterê li dehan bajarok û navçeyên bakurê di bin kontrola Îsraîlê de hatine lêxistin.
Berxwedana Lubnanê her wiha derbarê cihanîna zincîre operasyonên leşkerî li dijî meqerên Rejîma dagirker û du êrişên ser baregeha Mîron û navenda Mîşar a Rejîma Siyonîst agahî da.
Hizbullaha Lubnanê di daxuyaniya xwe ya nû de ragihand, ku têkoşerên vê tevgerê qereqola berevaniya hewayî ya Îsraîlê ya bi navê Bîriya û cihê bicihbûna tabûra keşfê ya tîpa Golanî li qereoqla Ramot Neftalî bi mûşekan kirine armanc.
Îro hevgav çavkaniyên nûçeyan derbarê destpêkirina êrişên berfire yên Rejîma Siyonîst ser navçeyên başûrê Lubnanê agahî dan û ragehandin ku siyonîstan sed mûşek ber bi başûrê Lubnanê ve avêtine.