Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê destxweşî li Îranê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i351291-wezîrê_tenduristiyê_yê_lubnanê_destxweşî_li_Îranê_kir
Wezîrê Tendirustiyê yê Lubnanê liamarên xwe yên herî dawî de, hejmara birîndarên cinayeta roja sêşemiyê ya Rejîma Siyonîst li nexweşxaneyên Lubnanê 3 hezar kes ragihand ûji welatên Îran, Iraq û Misrê jî destxweşî kir ku alîkariya Lubnanê kirine.
(last modified 2024-09-18T03:53:10+00:00 )
Îlon 18, 2024 07:10 Asia/Tehran
  • Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê destxweşî li Îranê kir

Wezîrê Tendirustiyê yê Lubnanê liamarên xwe yên herî dawî de, hejmara birîndarên cinayeta roja sêşemiyê ya Rejîma Siyonîst li nexweşxaneyên Lubnanê 3 hezar kes ragihand ûji welatên Îran, Iraq û Misrê jî destxweşî kir ku alîkariya Lubnanê kirine.

Feras El-Ebyez Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta pêşdebirina karûbaran a Lubnanê, vê sibê  çarşemiyê got: welatê wî piştî destdirêjî û cinayeta roja sêşemiyê ya Rejîma Siyonîst li dijî Lubnanê, yekem barê alîkariyê ji hikûmeta Iraqê wergirtiye.Wî tekez kir: 20 pizîşk û zêdetir ji 15 ton alîkariyên pizîşkî ji welatê Iraqê derbasî firokxaneya Beyrûtê hat kirin.

Wezîrê saxlemiyê yê Lubnanê her wiha got: Nêzîkî 3 hezar birîndar li nexweşxaneyan hene û renge em neçar bibin hinek ji wan ji bo dermankirina li derveyî welat veguhezînin nexweşxaneyên pisporiyê.Feras El-Ebyez herwiha tekez kir:Ez ji  hemû welatên bira  ji wan Misir, Îran û Sûriyê, ku pêşniya alîkariyê dan û dê  alîkariyan pêşkêş bikin sipasiyê dikim.

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê îro bo cara duyemîn serdana nexweşxane û birîndarên cinayetên Rejîma Siyonîst kir.