Êrişa bi xwîn a DAIŞê ser şîeyan li Daykendiya Efxanistanê
Koma Terorîstî ya DAIŞê berpirsyariya gulebarana xelkê bêguneh li wilayeta Daykendiya Efxanistanê girt istûyê xwe.
Ji dema hilweşyana hikûmeta Eşref Qenî li Efxanistanê û bi desthilatbûna koma Talîbanê li vî welatî, şaneyên veşartî yên komên terorîst jî li vî welatî çalak bûne û her car dest bi êrişên kor li dijî sivîlan dikin. Koma têrorîst a DAIŞ`ê nasiyar bi DAIŞ`ê Xorasanê yek ji van komên çekdar tê hesabê.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di encama êrişa îro ser xelkê bêguneh li navçeya Daykendiya Efxaistanê 4 kesên xivîl canê xwe ji dest dan.
Encama lêkolînên destpêkê nîşan dide ku terorîstan welatiyên xwecihî gulebaran kirine. Di encama vê bûyerê de 6 kes jî birîndar bûn.
Koma terorîstî ya DAIŞ a Xuresanê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê qebûl kir.
Çavkaniyên xwecihî dibêjin, kesên bêguneh ên di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane ji şîeyên parêzgeha Daykendiyê bûne.