Tebax 27, 2024 07:30 Asia/Tehran
  • Sersekreterê berê yê Komkara Erebî, piştî derbaskirina dewreke nexweşiyê koça dawî kir

Sersekreterê berê yê Komkara Erebî û yek ji dîplomatên bi nav û deng ê Misrê, ji ber nexweşiyê di temenê 89 saliya xwe de koça dawî kir.

Nebîl El-Erebî, dîplomatê bi tecrube yê Misrî, di sala 2011an de wek wezîrê derve yê Misrê hat destnîşankirin. Piştî şoreşa 25’ê Çileya 2011’an  bû wezîrê derve  yê Misrê û di 15’ê Gulana 2011’an de li şûna Emr Mûsa bû Sersekreterê  Komkara Erebî û pişt re di sala 2016an ji wê postê wêde çû.

 Bi dû koça dawî ya Nebîl El-Erebî, Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniya xwe de derbarê cih û şûna wî wiha nivîsî: Bêguman ew yek ji bingehên dîplomasiya Misrê bû û ji  sembolên geş yên Misrê  di  hemû sedsalan de bû.

 

Serepeyv