Tebax 16, 2024 09:35 Asia/Tehran
  • Rêberê Ensarullaha Yemenê: Kuştina xelkê mezlûm ê Filistînê li Xezeyê cinayeta vê sedsalê ye

Rêberê Ensarullaha Yemenê berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst derheq komkujiya xelkê mezlûm ê Filsitînê li zîvala Xezeyê wek cinayeta  vê sedsalê bi nav kir.

 

Seyîd Ebdulmelik Bedredîn El-Hûsî  bal kişand  ser êrişa ser dibistana  Tabiînê ya Xezeyê û got: Êrişa ser kesê ku nimêja sibê dikrin, cinayeta herî diltezîn a dijminê siyonîst li heftîya borî debû.

Rêberê Ensarullaha Yemenê kiryarên Ereb û Mislimanan li bara şerê Xezeyê rexne kir û , destnîşan kir: Işkesta  ummeta îslamî di alîkariay bo Xezeyê de, xizmeta bo  dijminê siyonîst  û desthebûna li trajediya gelê Filistînê bû.

El-Hûsî diyar kir ku têkoşerên berxwedanê  li Xazzê bi sebir, fedakarî û wêrektiyeke  bêhempa erka xwe ya cîhadêcih tînin.

Rêberê Ensarullaha Yemenê her wiha derbarê bersiva bereya berxwedanê bo kiryarên terorîstî yên Rejîma Siyonîstî got: Piştgiriya ji Xezeyê ji hemû eniyên piştevaniyê berdewam e û bersiva dijmin tu carî nayê betalkirin û ev yek exlaqî û însanî ye.

 

Serepeyv