Welatên Ereb: Îsraîl birçîtiyê wek çek û sîleh bikar tîne
Welatên ereb li Konseya Ewlehiyê li daxûyaniyekê teqez kirin ku Rêjîma Siyonîst birçîtiyê wek çekê şer bikar tîne.
Di daxûyaniya welatên ereb li Konseya Ewlehiyê de hatiye ku êrişa Rejîma Siyonîst ser Xezeyê karesateke mirovî ya bêmînak bi dû xwe re aniye.
Welatên Ereb di Konseya Ewlehiyê de gotin: Rêjîm Îsraîlê birçîbûnê wek çekek şer û alîkariyên mirovî wek amûrê zextê bikar tîne, ku vê meselê êş û azarên mirovî li Xezeyê zêdetir kirine.
Van welatan her wiha gotin: Divê em rê nedin ku Îsraîl amarên derew derbarê hejmara kamyonên alîkariyê yên derbasî Xezeyê bûne raber bike.
Nûnerê Daîmî yê Rûsiyê li NY Vasilî Nebenziya jî got, plana aştiyê ya Xezeyê ku ji aliyê Serokkomarê Amerîkayê Co Baydên ve hatiye pêşniyarkirin, pêşiya hewldanên ji bo amadekirina biryarnameyên nû digire ku pêwîstî bi agirbeseke lezgîn heye.