Êrişên yekalî yên Amerîkayê ser Yemenê berdewam dikin
Çavkaniyên medyayî yên navneteweyî ragihandin ku Amerîkayê vê sibê cardinê êrişên yekalî li Yemenê pêk anîn.
Kanala el-Masîre ya Yemenê derbarê êrişn dubare yên Amerîka û Îngilîzê ser Senapaytexta Yemenê agahî da.
Kanala nûçeyan a El-Mayadîînê jî ragihand ku dengê teqîneke mezin li aliyê bakurê Senaya paytexta Yemenê hat bihîstin.
Li gor agahiyên vê dawiyê êrîşên asmanî yan mûşekî li ser meqera Dêylemî ya li nêzîkî firokexaneya Sena pêk hatine. her wiha li gor raporan xwefirên dijmin li esmanê Hudeyda yê li rojavayê Yemenê des dest bi geştên esmanî kirine.
Rayedarekî Amerîkî li gotûbêja bi CNN`ê re , ji bilî piştrastkirina êrişa nû ya Amerîkayê ser Yemenê, got: Di êrişên nû yên Yemenê de, navendek radarê ket ber êrişan û ast û qudreta vê êrişê ji êrişa şeva borî kêmtir bû.
Berdewamiya êrişên Amerîkayê ser Yemenê di demekê de ye ku Mihemed Nasir El-Atifî wezîrê berevaniyê yê Yemenê êvara roja Înê hişyarî da Amerîka, Brîtanya û Rêjîma Siyonîst û ragihand, ku Yemenê amadetiya rawestana li hember dijmin dayîna bersivê heye eva yemen e ku di Deryaya Sor û Deryaya Mokran de serdest e.