Kanûn 15, 2023 16:56 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Libnanê sê baregehên Rejîma Siyonîst dan ber êrîşê

Berxwedana Îslamî ya Libnanê qala êrîşa ser sêî baregehên leşkerî yên Rejîma Siyonîst li bakurê Filistîna dagirbûyî kir.

Berxwedana Îslamî ya Libnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi armanca piştevaniya ji gelê berxwedêr ê Filistînê li Zîvala Xezeyê û piştevaniya ji berxwedana wan a dilrane, şervanên libnanî baregeha leşkerî ya Cerdahê ya Rejîma Siyonîst bi mûşeka Burkanê kirine armanc.

Şervanên Hizbullaha Libnanê her wiha komeke leşkerên siyonîst di dema derbasbûna bo nav navenda Fermandetiyê ya Tabûra Istixbaratê li Serbazxaneya Mîtatê kirin armanc û di vê êrîşê da ku bi çeka guncan pêk hat da hejmareke leşkerên siyonîst hatin kuştin an birîndar bûn.

Hizbullaha Libnanê bi daxuyaniyeke din ragihand ku baregeha leşkerî ya Belîdayê ya ayîdî Rejîma Siyonîst bi awayê rasterast kiriye armanc.

Hizbullahê ragihand ku Mehdî Xelîl Ze'ter ji endamên vê tevgerê di rêya Qudsê da şehîd bûye.

Serepeyv