Kanûn 09, 2023 09:31 Asia/Tehran
  • Êrişa ser meqera Rejîma Siyonîst ji aliyê Hizbullahê ve

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Lubnanê meqea leşkerî ya Rejîma Siyonîst dan ber êrişan.

Hizbullaha Lubnanê bi daxuyaniyekêderbarê êrişa ser meqera Ramiye ya Rejîma Siyonîst bi çekên guncaw agahî da.

Li gor vê raporê ev meqer rasterast ketiye ber êrişan û d encamê de hejmarek ji leşkerên siyonîst hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.  ji aliyê din ve hevdem bil êrîşên Hizbullaha Lubnanê, zengilên xeterê li meqera El-Malkiye ya Israîlî li nêzîkî sînorê bi Lubnanê re hat lêxistin.Li gorî vê raporê, her wiha Rejîma Siyonîst du caran derdora gundê Eyta el-Şeibê li naverasta başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Tevgera Hizbullaha Lubnanê jî şeva îniyê şehîdbûna 3 endamên xwe piştrast kir.

Hizbullahê her wiha  ragihand ku par. Roja Înê 6 meqer û binkeyên leşkerî yên Rejîma Siyonîst ji nav wan meqera El-Ebadê bûne armanca mûşekan.

Serepeyv